PeyamaKurd- Li Tirkiyê piştî ku wezareta karên hundir qedexeya derketina derve bo 31 bajaran bo rojên şemî û yekşemê ragihand, xelk bilez bazda market û firûnan da pêdiviyên her dû rojan bikirin. Mixabin ragihandina qedexeyê gelek dereng hat kirin û diviya zûtir bihata kirin. Hem xelk jî kete nav endîşeyan û nizane bê bo çi ji nîşka de ev biryar hat dayîn.
Li hemû bajarên ku qedexeya derketina derve bo wan hat ragihandin, manzara heman manzara ye. Xwediyê firûnan tev car din çûn firûnên xwe da pêdiviyên xelkê temîn bikin û niha li hemû bajaran xelk li ber firûna ye.
Paşî, wezareta karên hundir ragihand ku hinek karxane û temamê firûnan ne di nava qedexeyê de ne. Firûn û xebatkarên wan, wê firûnan vekin û nan belav bikin. Gelek şaredarî ragihandin ku bila xelk nekeve xema nan û pêdiviyan. Herkesê ku muhtacê tiştekî be, wê pêdiviyên wan bigihînin wan. Ji ber di rewşên weha de gelek beşên şaredariyan, asayiş, AFAD, parastina sîvîl, dezgeyên elektrîkê, xazê, avê û gelek dezgeyên din bo wan qedexe nayê danîn û niha jî nehatiye ragihandin.
Paşî wezaret li van tiştan hay bû, ji nû de fermannameyekî ragihand bo temamê parêzgehan û hem di rêya tv yan de agahî da raya giştî da xelk nekeve nav telaşê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin