PeyamaKurd - Piştî ku li gorî encamên nefermî eşkere bû ku Ekrem Îmamoglu wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê hatiye hilbijartin, alîgirên Îmamoglu li kuçe û meydanên Stenbolê dest bi pîrozbahiyan kirin.
Bi taybet li navçeyên wekî Beşîktaş, Bakirkoy û Kadikoyê û gelek deverên din hê ku piraniya sindoqan nehatibûn vekirin, hemwelatiyan serkeftina Îmamoglu li kuçeyan pîroz kir. Tê çaverêkirin derengiya şevê jî pîrozbahiyên serkeftina Îmamoglu berdewam bikin.
Beşiktaş'ta seçim kutlamaları
— Yol TV (@YolTV) June 23, 2019
"Her şey çok güzel olacak"
Sonuçların açıklanmasının ardından Beşiktaş'ta vatandaşlar CHP İlçe Binası önünde sloganlarla kutlama yapıyor. #BugünHerŞeyÇokGüzelOlacak #YenidenSeçim2019 pic.twitter.com/iO8nemg8rO
Îmamoglu di hilbijartinên 23yê Hezîranê yên hatine dubarekirin de, ferqeke bi qasî 800 hezar dengan li pêş e ku di hilbijartina 31ê Adarê de ew ferq bi qasî 13 hezaran derketibû.
Li gorî amarên dawî rêjeya dengan wiha ye:
Sindoqên vebûne: 99%
Îmamoglu: 54,03%
Yildirim: 45,09%
Ferqa dengan: 777 hezar û 581
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin