Pistî testa parlamentera Iraqê ya korona pozîtîf derket ji nexwesxanê hat revandin

Pistî testa parlamentera Iraqê ya korona pozîtîf derket ji nexwesxanê hat revandin

PeyamaKurd - Parlamentereke Iraqê ya jin bi navê Mehasîn Hemdun bi vîrusa korona ket û pasevanên wê bi zora çekan ew ji nexwaşxaneyê revandin.

Medya Iraqê ragihandiye ku parlamentera Iraqê Mehasîn Hemdun li nexwaşxaneya Şîfa ya Mûsilê testên taybet ên vîrusa korona kirine û vîrusa korona pê re derketiye.

Piştî ku testên wê pozîtîf derketin, her çiqas bijîşk û karmendên nexwaşxaneyê daxwaz kirine Mehasîn Hemdun li nexwaşxaneyê bimîne jî, zêrevanên wê guh nedane wan û bi zora çekan deriyê nexwaşxaneyê şikandin û ew nexwaşxanê revandin.

Parêzgerê Nînowa Necîm Cibûrî li ser bûyerê ragihandiye ku wê lêpirsînê li ser zêrevanên wê jina parlamenter bikin û pêwîst e Hemdun jî guhdarî rênimayiyên bijîşkî bike û vegere nexwaşxaneya taybet a vîrusa koronayê.

Mehasîn Hemdun û zêrevanên wê piştî ji nexwaşxaneyê derketine jî ev wêne parve kirine.


Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin