PeyamaKurd - Çavkaniyeke agahdar ji Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ji rojnameya The Postê re ragihand ku Wezîr Scott Bessent tîma xwe erkdar kiriye daku bernameyeke nû amade bikin.
Li gorî vê bernameyê, ew zirarên ku ji ber êrîşên Îranê gihîştine welatên Kendavê, dê bi diravên Tehranê yên cemidandî werin tazmînkirin.
Ev gava Washingtonê piştî wê yekê hat ku CENTCOMê ragihand, Îranê 7 moşekên balîstîk avêtine Kuweyt û Behreynê, herwiha hefteya borî di êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê de kesek hatibû kuştin û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûbûn.
Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku fonên Îranê yên cemidandî, ku derdora 24 milyar dolar tê texmînkirin, ji bo avedanî û qerebûkirina zirarên binesaziyên sivîl ên ku Tehranê li ser welatên Kendavê çêkirine an jî dê di paşerojê de çêbike, werin tomarkirin û bikaranîn.