Polîs li Îstenbolê di operasyona sîlihan de 120 demançe girtin

Polîs li Îstenbolê di operasyona sîlihan de 120 demançe girtin

PeyamaKurd – Di operasyona ser karê qaçax ya sîlihan de li bajarê Îstenbolê 120 demançe û 120 jarjor hatin girtin. Ereba ku pêşîvaniya ereba demançe tê de dikir hat şopandin û 3 kesên di ereban de hatin desteserkirin.

Li Îstenbolê beşa têkoşîna bi sûcên rêxistinî ya asayişa Îstenbolê, agahî sitendin ku wê gelek çekan bişînin Îstenbolê û li ser agahiyê ket nava tevgerê.

Asayîşê erebeyekî gumanbar li gişeyên Kurtköyê rawestandin. Kesên bi navên B.İ. û S.K. ji erebê derxistin. Hat fêmkirin ku ew erebe pêşivaniya ereba ku demançe tê de ne dike.

Polîs agahî sitend ku ereba sîlih tê de ne, li navça Pendikê, li îstasyona benzînê rawestandiye. Tîmên polîsan operasyon kirin ser erebê û ajotvanê wê S.E. xistin bin çav.

Di erebê de jî 120 demançe û 120 jarjor girtin. Sitendina îfadên her sê kesan li baregeha asayîşa îstenbolê dewam dike.