PeyamaKurd – Dozgeriya Belçîkayê ragihand ku li Belçîkayê wê 7 kes tevgerekî terorê bikirina û lewra wan xistine binçav. Gumanbar plankirine û li ser çend senaryoyan munaqeşe kirine da bikevin nav tevgerê lê hedefa wan hêya niha aşkera nîne. Kesên planan çêkirine Çeçenistanî û Belçîkî ne. Di axaftinên xwe de behsa avahiyên NATO yê kirine lê heya niha tiştekî berbiçav diyar nebûye.
Polîs heya niha her 7 kesan dernexistiye ber dadger lê ew endamên grûbekî terorîstî yên destekvanê DEAŞ ê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin