Polîsê xaneşîn li kurê xwe xist û kurê xwe kuşt

Polîsê xaneşîn li kurê xwe xist û kurê xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Adana dîmenên ku polîsê xaneşîn çawa bi demançê kurê xwe kuşt derketin holê. Polîsê xaneşîn Faruk Kayhan (52) ragihand ku kurê wî Ahmet Kaan Kayhan (23) bi kêra donerê êrîşê wî kiriye û ew jî bi demançê li kurê xwe xistiye û ew kuştiye.

Di dîmenan de xwuya dike ku bav heya jarjûra demança wî vala bûye, bi guleyan li kurê xwe xistiye. Heya polîs gihaye ciyê rûdanê, polîsê xaneşîn li ser serê kurê xwe rawestiyaye û polîsan wî xistine binê çav.

Hat gotin ku Ahmet Kaan Kayhan mubtelayê maddên hişbire, ji bavê xwe pere xwestiye û ji ber bav pere nedayê êrîşê bavê xwe kiriye. Piştî bûyerê polîsê xaneşîn Faruk Kayhan li polîsan geriyaye û polîs wî teslîmê beşa cinayetê kirine.

Lêpirsîna Faruk Kayhan li baregeha asayîşê li beşa cînayetê dewam dike.