Polonya li sînorên ligel Belarûsê 180 km dîwar lêdike

Polonya li sînorên ligel Belarûsê 180 km dîwar lêdike

PeyamaKurd – Piştî ku bi hezaran koçber li ser sînorên Polonya û Lîtvanya yên ligel Belarûsê kom bûn, Polonyayê sînorên xwe têl kiribû û hejmara hêzên sînor zêde kiribû.

Hat ragihandin ku Polonya niha jî dîwarekî bi bilindiya 5 metreyan li ser sînorê 180 kîlometran ên ligel Belarûsê lêdike daku rêgiriyê li hatina koçberan bike.

Hatiye diyarkirin ku ew dîwar bi 394 milyon dolaran tê lêkirin û heta meha Hezîranê jî lêkirina dîwarê sînor tê xelaskirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin