PeyamaKurd – Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki, got ku leşkerên girêdayî Koma Wagnerê yên li Belarûsê nêzîkî sînorên Polonyayê bûne.
Mateusz Morawiecki ragihand ku zêdetirî 100 leşkerên kirêkirî yên Wagnerê ber bi beravên navbera Polonya û Lîtvanyayê yên Deryaya Baltikê ve li herêma Kalînîngrad a Rûsyayê bipêşve hatine.
Serokwezîrê Polonyayê hişyarî da ku niha rewş xetertir dibe û got ku ev pêngaveke amadekariya êrîşan li ser xaka Polonyayê ye.
Wezîrê Navxwe yê Polonyayê jî ragihandiye ku heger gefa Wagnerê û bûyerên cidî rû bidin, ew dê wek Polonya, Lîtvanya û Letonya sînorên xwe ji Belarûsê re bigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin