Pompeo: Çîn bo ewlekariya Amerîkayê tehdîd e

Pompeo: Çîn bo ewlekariya Amerîkayê tehdîd e

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku dewleta Çînê bo ewlekariya netewî ya Amerîkayê tehdîde lê ev rastiya han ji aliyê hinek kesan de ku ew kes ji kîjan partiyê dibin bila bibin, tê piştguhkirin.

Pompeo got ku şîrketên teknolojiyê yên Çînî, bi partiya komunîst re di nav pêwendiyên xurt de ne û agahiyên taybet yên kesên ku  Huaweiyê bikartînin, didin partiya komunîst. Pompeo got ku ew difikire piştî Google dê gelek şîrketên teknolojiyê, wê bi Huaweiyê re têkiliyên xwe bibirin. Pompeo ragihand ku serok Trump behsa têkiliyên Amerîka û Çînê kiriye û pêdiviya danîna têkiliyên bazirganî aniye ser ziman.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin