Pompeo: Divê zextên me li ser Îranê berdewam bin

Pompeo: Divê zextên me li ser Îranê berdewam bin

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku divê zextên wan ên ser Îranê berdewam bin, heta dest ji wêranbkariyên xwe berde û wek welatekî asayî tevbigere. Mike Pompeo diyar kir ku ew bi tevahî ji xwevedizîna Ewropayê ji cezayên ferzkirî yên Amerîkayê nîgeran û bêzar bûye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja Sêşembê di daxuyaniyekê de got: "Divê em guşarê bixin ser rejîmê heta dest ji wêrankariyên xwe berdide û hevdem wiha bikin ku Îran wek welatekî normal tevbigere.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê got: "Ez bi bihîstina ku welatên di rêkeftina etomî de mane dixwazin sîstemeke taybet a pereyan bo Îranê dabimezrînin daku xwe ji cezayên Amerîkayê vedizin, bi tevahî bêzar bûm û bi rastî gelekî nîgeran bûm."

Pompeo wiha axivî: “Divê em guşarê bixin ser rejîmê heta dest ji wêrankariyên xwe berdide û hevdem wiha bikin ku Îran wek welatekî normal tevbigere. Mixabin, şeva borî, bi bihîstina ku welatên di rêkeftina etomî de mane dixwazin sîstemeke taybet a pereyan bo Îranê dabimezrînin daku xwe ji cezayên Amerîkayê vedizin, bi tevahî bêzar bûm û bi rastî gelekî nîgeran bûm. Ev yek ji mekanîzmayên herî negatîf e bo aştî û asayîşa navçeyê û cîhanê jî."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin