PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê derbarê êrîşa Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de dilgeraniya xwe anî ziman û got, êrîşa Efrînê êrîşeke terorîstî ye û nayê qebûlkirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand, êrîşa Efrînê bo ser xelkê bê tawan, êrîşeke terorîstî ye û ji ti aliyekî beşdarê milmilaneyên Sûriyê nayê qebûlkirin.
Pompeo piştî vê êrîşê car din tekezî li ser daxwaza xwe ya bo ragihandina agirbesta seranserî li Sûriyê kir.
Ji aliyê din ve Parêzgariya Hatayê derbarê teqînê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku di 28ê Nîsanê saet 15:40an de li nava bajarê Efrînê teqînek rû daye û bersucekî teqînê hatiye desteserkirin.
Li gor daxuyaniya parêzgeriyê wesayîteke bombebarkirî bûye sedema teqînê û wê wesaîtê kesê ku hatî desteserkirin biriye cihê bûyerê. Hikûmeta Tirkiyeyê ji ber teqînê YPGê tohmetbar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin