Pompeo ji Ebdulmehdî xwest daxwazên xwepêsanderan zû bicih bîne

Pompeo ji Ebdulmehdî xwest daxwazên xwepêsanderan zû bicih bîne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di pêwnediyeke telefonî de daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir ku hikûmeta Iraqê di zûtirîn demê de daxwazên xwepêşanderên bicih werîne.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Derve Mike Pompeo pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re pêk aniye û daxwaz jê kiriye, daxwazên rewa yên xwepêşanderan bi reformên bilez tevî nehiştina gengeliyê çareser bike.

Pompeo ji Adil Ebdulmehdî re diyar kiriye ku xwepêşandan mekanîzmeke bingehîn a birêveçûna demokrasiyê ye û ew kuştina wê hejmara mezin a xwepêşanderan û revandina xelkê şermezar dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha gotiye ku ew dê di çarçoveya rêkeftina stratejîk a Bexda-Washingtonê de, piştgiriya berdewam bidin Iraqê û hevkariya Iraqê ya di şerê li dijî DAIŞê de bidomînin.

Li aliyê din Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê jî ragihand ku Adil Ebdulmehdî di pêwendiya telefonî de, tekezî li xwesteka Iraqê ji bo bihêzkirina pêwendiyên dualî û bihêzkirina têkiliyên Iraqê û welatên cîran û rêzgirtina li serwerî û serxwebûna wan kiriye.

Hat diyarkirin ku wê hikûmeta Iraqê li ser serederiyên xwe yên erênî ligel xwepêşanderan berdewam be û li gor desûr û yasayê daxwazên wan têne bicihanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin