Pompeo seredana welîehdê Erebistan a Si’ûdiyê kir

Pompeo seredana welîehdê Erebistan a Si’ûdiyê kir

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi qralê Erebistana Si’ûdiyê Selman bîn Abdulazîz Al Suud re hevdîtinekî kir û li ser mijarên herêmê û Îranê axifîn. Berdevkê wezareta karên derve Morgan Ortagus ragihand ku Pompeo piştî Selman Bîn Ebduazîz bi welîehd Muhammed Bîn Selman re hevdîtinê kiriye.

Di hevdîtina bi qral re Pompeo li ser mijara qelskirina Îranê di herêmê de axifîne. Mijara Yemenê babeteka wan ya din bû ku li serê axifîn. Her dû alî li ser mijara Yemenê bo çereseriyeka siyasî bibînin bûn hemfikir. Pompeo bo Erebistanê di mijara ewlehiyê de garantî da û got ku wê her dem wê piştgiriya Erebistanê bikin û di seha leşkerî de wan biparêzin.

Di hevdûtinan de behsa mijarên weka Lubnanê, Iraq û Sûriyê hat kirin û li ser halê wan axifîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin