Pompeo Tirkiye wekî du perçe nîsan da: Ji Amerîkayê bersiv hat!

Pompeo Tirkiye wekî du perçe nîsan da: Ji Amerîkayê bersiv hat!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di parvekirina xwe ya Twitterê dewletên piştgiriyê didin û nadin seroktiya Juan Guiado ya Venezuelayê de, nexşeyek belav kir ku tê de Tirkiye wekî du perçe hat xuyakirin.

Di nexşeya ku Pompeo wekî anîmasyon parve kiriye de, welatên ku seroktiya Guaido nas dikin bi rengê şîn hatin nîşandin.

Di nexşeyê de xuya kir ku Tirkiye wekî du perçeyan hatiye nîşandan.

Piştî ku Tirkiyê bertek nîşan da, rayedarekî Amerîkî ku nexwestiye navê xwe bide li ser twîta Pompeo ragihand ku şaşîtî çêbûye, lê ti agahiyek neda.

Wî rayedarî herwiha gotiye, peyamên Twitterê paşve nayê kişandin ango nayên jêbirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin