PeyamaKurd - Wezîrên Karên Derve yên Amerîka Mike Pompeo û yê Rûsyayê Sergey Lavrov peywendiyek bi rêya telefonê li dar xistin.
Ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser peywendiya di navbera Mike Pompeo û Sergey Lavrov de daxuyaniyek hat belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo, li ser rêgeçareyên krîza Sûriyê herwiha derbarê dawîn pêşhatên qewimî de û awayê hevkarî di nav herdu welatan de û gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê, li gel hemtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov gotûbêj kir.
Herwiha di daxuyaniyê de destnîşan tê kirin, ku di peywendiyê de, herdu wezîran behsa pirsgirêkên di navbera herdu welatan û pêwendiyên du alî û nehiştina çekên atomî yên Koreya Bakur kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin