Price: Danûstandinên navokî yên di navbera Washington û Tehranê de erênî ne

Price: Danûstandinên navokî yên di navbera Washington û Tehranê de erênî ne

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka Ned Price diyar kir, danûstandinên navokî yên di navbera Washington û Tehranê de ku li Viyana didomin, erênî ne.

Ned Price do ji nûçevanan re di heman demê de hişyarî da ku divê bendewariyên ji wan danûstandinan ne zêde bin.

Price da zanîn: “Em naxwazin hêviyên heyî têkeve pêş rewşa danûstandinan.”

Herwiha destnîşan kir, nûnerê taybet yê Amerîkî dê vegere malê ji ber ku di dawiya hefteyê de, wê navber ji danûstandinan re were dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îranê di 2015an de bi hêzên cîhanî re peymana navokî îmza kiribû, lê serokê berê yê Amerîkî Donald Trump Washington ji wê peymanê vekişandibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin