PeyamaKurd- Serokê Koma Wagnerê Evgeny Prigojin, bang li leşkerên komê kir û got ku em ê artêşa Belarusê bikin artêşa herî baş a duyemîn a cîhanê.
Evgeny Prigojin ê ku piştî serhildana ku li Rusyayê dest pê kiribû çûbû Belarusê, di banga xwe ya ji bo leşkerên xwe de got ku
“Me bi rûmet şer kir, we ji bo Rusyayê gelek tişt kirin. Tiştê ku niha li eniya şer diqewime, şermek e ku em naxwazin tê de cih bigirin û divê em li bendê bin heta ku em biryardariya xwe nîşan bidin. Di heman demê de biryar hat dayîn ku em ê ji bo demekê li Belarusê bin, li benda wê gavê bin ku em bi tevahî xwe îsbat bikin.
Em ê demekê li Belarusê derbas bikin. Di vê demê de ez piştrast im ku em ê artêşa Belarusê bikin artêşa duyemîn a cîhanê.”
Prigojin leşkerên Wagnerê hişyar kir ku gelê Belarus wan pêşwazî dike û divê li gorî vê tevbigerin û got, "Divê her kes li gorî vê tevbigere ji ber ku Belarusî me ne tenê 'leheng' me wekî bira dibînin."
Prigojin diyar kir ku şervanên Wagnerê dê li Afrîkayê erkên nû bi cih bînin û got, “Em xwe amade dikin û asta xwe bilind dikin. Em di rêyek nû ya Afrîkayê de diçin. Dibe ku em vegerin operasyona leşkerî ya taybet (li Ukraynayê) dema ku em pê bawer bin ku ne hewce ye ku em xwe şerm bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin