PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku dibe ku Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn beşdarî Lûtkeya G20an dibe ku biryar e di 14-15ê Kanûna 2026an de li bajarê Mîamî yê eyaleta Florîdayê (Amerîka) were lidarxistin.
Peskov destnîşan kir ku Rûsya dê di vê lûtkeyê de bi awayekî herî bilind were temsîlkirin û got: "Pûtîn dikare biçe Mîamiyê, ev yek dê pir bikêr be."
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniya Kremlînê piştî wê yekê hat ku rayedarekî Amerîkî eşkere kiribû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amadekariyan dike daku bi awayekî fermî Pûtîn vexwîne lûtkeyê daku li ser krîzên cîhanî û peywendiyên her du welatan gotûbêjan bikin.