Putin: “Ez ê di mijara Lîbyayê de bi heyeta Tirkiyê re biaxifim"

Putin: “Ez ê di mijara Lîbyayê de bi heyeta Tirkiyê re biaxifim"

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Valdimir Putin bi sedema civîna bi çapemeniyê ya salane, di derbarê Lîbya de beyan da. Putin got ku ew li ser mijara Lîbyayê her tim bi Erdoğan re diaxifin û wê sibê ji Tirkiye heyetek here Rûsyayê.

Putin dê bi heyetê re li ser têkilî û pêşdeçûnên dawiyê bi delegasyona ku ji Tirkiyê here Rûsyayê re biaxife.

Mijara Rûsyayê ya di derbarê Lîbya de, bi tewrê Tirkiyê re gelej dij e. Berê çapemeniya Brîtanyayê bi taybetî rojnama bi navê The Telegraphê ragihandibû ku Rûsya bi rêya şîrketa xwe ya bi navê Wagner ê ku ya ewlekariyê ye, alîkriyê dide Hafter. Hatibû gotin ku Rûsya 300 leşkerên xwe li bajarê Bîngaziyê dide rawestandin û alîkariya Hafter ya bataryayên topan, tankan, muhîmmat û balafirên bêmirov dide wan.

Bi van destekên Rûsyayê bo hêzên general Hafter weka stratejîk Rûsya dixwaze ku rola wan li ser petrola Lîbyayê hebe û bibe xwediyê sozekî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin