Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze pêwendiyên xwe bi Rûsya re normanl bike lê hinek hêz naxawazin.
Putin vê agahiyê di civîna çapemeniyê de ragihand. Putin di dewama axaftina xwe de got ku divê têkiliyên navbera her dû welatan normal bibin û axaftina xwe dewam kir:
“ Me mohra dijminahiyê li Amerîkayê nexistiye. Amerîka di astsa parlemantoya xwe de, di asta kongreya xwe de Rûsyayê xistiye nav lîsteya dijminan. Ka me bo Amerîkayê qet dorpêçekê daniye? Li aliyê dinê Amerîka dorpêçê bo me daniye. Em têkilî karê nav welatên dinê nabin. Lê Amerîka her dem têkilî karê hilbijartinan yê Rûsyayê dibe û vêya venaşêre. Ez wisa zanim Trump dixwaze pêwendiyên me normal bibin lê hinek hêz naxwazin ev yek pêk were.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin