Putin pêsniyar kir ku ji bo Yekîtiya Awrûpayê sewqiyata xazê bike

Putin pêsniyar kir ku ji bo Yekîtiya Awrûpayê sewqiyata xazê bike

PeyamaKurd -  Serokê dewleta Rûsyayê Valdimir Putin pêşniyar kir ku ji bo demsalên payîzê û zivistanê ji bo Awrûpayê xaza îlawe bişîne, amade ye. Putin pêşniyara xwe li Moskovayê di pîrozkirina ‘hefteya enerjiyê ya Rûsya’ de, di forma navdewletî de kir. Putin got ku di xeta xazê ya ‘Kuzey Akım 2’ de, ji du qolên wê di yekî de qaçaxa xazê hebû lê di lûlê de zerar tine û Rûsya dikare di wê qolê de xazê bide Awrûpayê. Putin got ku:

“Kapasîta wê salê 27,5 milyar m3 e û dike % 8 ê îtxalata Awrûpayê. Rûsya amade ye ku sewqiyatê bike. Niha biryar ya Yekîtiya Awrûpa ye. Helbet eger hevkarên me bi vê mijarê re eleqedar dibin. Rûsya her wext dikare di ser xeta Kuzey Akım ê de xazê bişîne Derya Reş û dikare di ser Tirkiyê de guzergahê jî amade bike.”

Pûtîn di formê de ji ber bihayê enerjiyê û bêmîzaniya di navbera daxwaz û pêşkêşa xazê de bi endîşeye û kesê tenê ji bo hedefên xwe yên jeopolîtîk tevdigerin, rexne kir.

Putin sabotaja ser xeta xazê ya ser Kuzey Akım 1 û 2 yê weka terora navdewletî binav kir û sedema sabotajê ji bo xet û têkiliyên navbera Rûsya û Yekîtiya Awrûpayê biqopînin, şirove kir û got ku hinek dixwazin potansiyela andustriya YA yê qels bikin û bazara Awrûpayê bixin destê xwe.

Dema Putin got hinek dewlet dixwazin têkiliyên navbera Rûsya û Yekîtiya Awrûpayê biqetînin û endustriya Awrûpayê qels bikin û bazarê bixin destê xwe, qesda kîjan dewletan dikir negot.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin