PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û hewldanên Amerîkayê yên ji bo dorpêçkirina deryayî ya welatê xwe rexne kir.
Qalîbaf bal kişand ser dirêjiya sînorên Îranê û cografyaya her du welatan da ber hev û diyar kir ku eger du dîwarên mezin li Amerîkayê werin avakirin jî dirêjiya wan hîn nêzîkî hezar kîlometreyî ji sînorên Îranê kêmtir e.
Qalîbaf peyamek da Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth û destnîşan kir ku bi sînorên bi vî rengî fireh dorpêçkirina Îranê bi ser nakeve.