PeyamaKurd- Serokê koalîsyona Saîrûn Sabah Es- Sadî ya di bin serokatiya serokê Şî’a Muqteda El Sedr de qanûnekî amade kirin da peymana leşkerî ya di navbera Amerîka û Iraqê de dawî lê bînin. Qanûn weka teklîf hat dayîn.
Serokê koalîsyonê Sadî, li Bexdayê civîneka çapemeniyê çêkir û behsa dayîna teklîfa qanûn kir ku daxwaznameyê daye serokê meclisa Iraqê Muhammed El Halbûsî. Sadî got ku teklîfê bixe rojeva meclisê an na, dibin erka serokê meclisê de ye û weha got:
“Serokatiya meclisê bo tedbîrên qanûnî bistîne, divê bi bi komîsyonên asayîşê, komisyona pêwendiyên derve û komîsyona qanûnan re hevdîtinan bike. ”
Koalîsyona Saîrûn xwediyê jimara parlementerên herî zede ye û li ser naveroka teklîfa qanûnê weha got:
“Piştî qanûn derê û bi şûn de heya salekî, divê dawî li baregehên leşkerî yên Amerîkayê were, perwerdekar û leşkerên din yên biyanî heya salekî ji Iraqê derên.”
Di 19 ê mehê de wezîrê berê yê karên derve û darayî Hoşyar Zêbarî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandibû ku Îran zorê dide ser grûbên layangirên xwe yên Iraqê da leşkerên Amerîkayê ji Iraqê derbixin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin