Qesra Spî: Girjiya dawî ya Azerbaycan û Ermenistanê fikaran çêdike

Qesra Spî: Girjiya dawî ya Azerbaycan û Ermenistanê fikaran çêdike

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan, bi rêya telefonê bi rêberên Azerbaycan û Ermenistanê re axifî û diyar kir, girjiya dawî ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, fikaran çêdike.

Qesra Spî bi daxuyaniyekê da zanîn, Sullivan ji rêberan re gotiye tevgerên leşkerî yên sînorên ne diyar paşguhkirina berpirsiyan û sorkirin e.

Jake Sullivan herwiha destnîşan kiriye, Azerbaycan û Ermenistan ji bo dîyarkirina sînorên navneteweyî, divê hevdîtinên fermî bikin û Amerîka jî piştgiriya lihevkirina herêmî dike.

Ermenistanê eşkere kir, artêşa Azerbaycanê ketiye axa wê û dest bi lêpirsînê kiribû.

Karbidestên Ermenistanê diyar kiribûn, wan rê li ber pêşketina eşkerê ya Azerî girtine û binpêkirina sînoran rawestandine.

Azerbeycan îdiayên karbidestên Ermenistanê red dike û dide zanîn, ew li sînor bi tenê ewlekariya xwe xurt dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin