Qey demokrasiya zinzîrkirî çêdibe!

Qey demokrasiya zinzîrkirî çêdibe!

PeyamaKurd- Nivîskarê rojnameya Sozcuyê ya Tirkiyê Rahmi Turan rewşa Selahattin Demirtaş û hilbijartina 24ê Hezîranê di nivîsa xwe ya îro de şîrove kirin.

Ji ber ku Selahattin Demirtaş di hepsê de ye, Rahmi Turan bertekên xwe nîşan dan û wiha got: Madem Selahattin Demirtaş li gorî qanunên Tirkiyê bûye namzetê Serokomariyê, êdî mafê wî jî heye ku azad tevlî hilbijartinê bibe.

Rahmi Turan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Demokrasiya zincîrkirî çênabe!” de wiha got: Şeş namzetên serokomariyê hene. 5 namzet fikrên xwe li her derê bi rengekî azad dibêjin û belav dikin. Heta namzetê AKPê Recep Tayyip Erdogan hemî îmkanên dewletê jî ji xwe re bi kar tîne. Balafir, trempêl, walî û qaymeqamên dewletê û televîzyona dewletê (TRT) hemî di bin emrê wî de ne.

Lêbelê Selahattin Demirtaş li Edirneyê di nava 4 dîwaran de girtî ye. Ew ê çawa dengê xwe bigihîne gelê xwe. Êdî ji vê re jî dibêjin “pêşbirka demokratîk.”

Kû dera vê, adil e; kû dera vê, demokratîk e!

Qey demokrasiya zinzîrkirî çêdibe!

-Dibêjin, Ê ew tê darizandin.

-Qey li derve nikarin wî darizînin!

- Madem Selahattin Demirtaş li gorî qanunên Tirkiyê bûye namzetê Serokomariyê, êdî mafê wî jî heye ku azad tevlî hilbijartinê bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin