PeyamaKurd - Li çemekî bakurê Komara Demokratîk Kongoyê dikeve ji ber binavbûna qeyikekê 50 kes xeniqîn.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî rêvebirê bajarê Tshuapayê Richard Mboyo Iluka daxuyanî da û diyar kir ku keleka bi qasî 100 rêwî lê siwar bûbûn pêr di Çemê Momboyoyê de binav bû.
Iluka destnîşan kir ku duh cesedê 49 kesan û îro jî yê kesekî derxistin û bi qasî 50 kesî jî xilaskirin.
Li welatê ku avhewaya ekvatorê bi tesîr e daristan pir zêde ne û rê ji bilî bajarên mezin li deverên din tuneye. Welatî jî ji bo çûn û hatinê li ser çemên ku çar aliyê Hewzeya Kongoyê hene rêwîtiyê dikin. Lê ji ber ku qeyikên kevn û netemîrkirî tên bikaranîn gelek caran qezayên dibin sedema mirina gelek kesan çêdibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin