PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarê Dêrazorê yê Sûriyê 4 zarok di çemê Firatê de xeniqîn. Cenazeyên 2 zarokan hat derxistin û lêgerîna cenazayên zarokên din jî didome.
Hate zanîn ku zarokên bi navê Emar El Elî, Ebûd Ebduselam û Umer Ebduselam ên ji bajarokê Sîbêxanê yê Dêrazorê dema ku avjenî di çemê Firatê de dikirin ber avê ve çûn û xeniqîn.
Xelkê termê 2 zarokan derxist û lêgerîna li cenazeyê zarokekî din jî dewam dike.
Herwiha li bajarokê Eşrayê jî zarokê bi navê Nasir El Cuma di çem de xeniqiye û lêgerîna li cenazeyê wî didome.