UNICEF: Ji ber rabûna Çemê Firatê 14 hezar kes koçber bûn

UNICEF: Ji ber rabûna Çemê Firatê 14 hezar kes koçber bûn

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber lehiyên çemê Firatê yên li Sûriyeyê, ziyaneke gelekî mezin gihîştiye malbatên hejar û bi hezaran kes ji ber rabûna avê ji mal û milkên xwe bûn.

Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di rapora xwe ya dawî de destnîşan kir ku 14 hezar kes, ku piraniya wan zarok in, ji ber binavbûna malên xwe koçber bûne.

Li gorî zanyariyên raporê, lehiyê zerar û ziyaneke hov daye torên xizmetguzariyê yên bingehîn û binesaziya herêmê hilweşandiye. Ji ber vê rûxandinê, dabînkirina ava vexwarinê ya paqij ji bo herêmê pir zehmet bûye û metirsiya qeyraneke nû ya tenduristiyê derketiye holê. UNICEFê ragihand ku pêdiviyên mirovî yên herêmê di asteke bilind de ne û ji bo rûbirûbûna vê karesatê bang li civaka navdewletî kir ku bi lez bikevin nava liv û tevgerê.

Metirsiya herî mezin li ser zarokan e

UNICEFê hişyarî da ku ziyandîtiyên herî mezin ên vê lehiyê zarok in û ew niha di bin gelek metirsiyên cuda de ne.

Rêxistinê sê xalên metirsîdar ên li ser jiyana zarokan wiha rêz kirin:

  • Xeniqîn: Metirsiya xeniqîna di nava ava lehiyê de ya ku gund û bajarok girtine.
  • Paşmayên Şer: Teqemenî û paşmayên şer ên nehatine teqandin ku bi avê re rabûne û gihîştine nav herêmên nû yên niştecihbûnê.
  • Petok (Nexweşiyên berbelavî): Belavbûna nexweşiyên vegirtî yên ku bi rêya ava qirêj derbasî mirovan dibin.