PeyamaKurd - Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku birê ava ji aliyê Sûriyeyê ve bi rêya Çemê Firatê dikeve axa Iraqê ji bo 680 metre sêcar di çirkeyekê de bilind bûye.
Berdevkê Wezaretê Xalid Şemal diyar kir ku ev rêje li hemberî sala borî ku di heman demê de 151 metre sêcar bû, çar qatan zêde bûye.
Şemal anî ziman ku ev zêdebûn bi rêkarên birêvebirina avê yên Tirkiye û Sûriyeyê û astengiya baranbarînê ve girêdayî ye û piştrast kir ku di navbera her sê welatan de têgihiştineke hevbeş li ser dabeşkirina ava sînorî heye.