Qubad Talabanî seredana serokwezîrê Arnavutlukê Edi Rama kir

Qubad Talabanî seredana serokwezîrê Arnavutlukê Edi Rama kir

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî bi seredanekî fermî li payîtexta Arnavutlukê (Albanya) li Tîranê ye. Talabanî û heyeta pê re, li Tîranê bi serokwezîrê Albanya bi Edi Rama re civiya. Talabanî di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand:

“Em li ser dîjîtalîzebûnê, geştiyariyê, veberhênan û di navbera Herêma Kurdistanê û Albanya (Arnavutluk) de, ji bo xwurtkirina têkiliyên siyasî, aborî û çandî rawestiyan. Li gor terz jî, me hemû pêlavên sipî li xwe kir!”