Rûsyayê Amerîka bi alîkariya Ukraynayê tawanbar kir

Rûsyayê Amerîka bi alîkariya Ukraynayê tawanbar kir

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser alîkariyên Amerîkayê yên bo Ukraynayê got ku Amerîka ji ser wan alîkariyan qezenca madî ji xwe re bi dest dixe.

Peskov di civîneke rojnamevanî de diyar kir ku Washington ji ber nakokiyên siyasî yên navxweyî li rê û rêbazên cuda bo alîkariya Ukraynayê digere û hewl dide, heta yek ukraynî jî bimîne wê alîkariyê bidomîne.

Herwiha Peskov got ku alîkariyên bo Ukraynayê li eniyên şer ti guherînek nekiriye, lê bi alîkariyên têne kirin Amerîka ji qezenca madî bi dest dixe.