Usain Bolt dest bi kariyera fitbolê dike

Usain Bolt dest bi kariyera fitbolê dike

Hat îdiakirin ku sprînterê herî serkeftî ku yê cîhanê tê qebûlkirin Usain Bolt, bi tîmek fitbolê re peyman mohr kiriye û roja sêşemê jî wê navê tîmê eşkere bike. Bolt meha borî bi kulûba Mamelodi Sundownsê ya Başûrê Efrîkayê re derketibû atremanan.

Atletê efsane Usain Bolt havînî piştî ku kariyera xwe ya atletîzmê bidawî kir, niha jî bi îdiaya ku bi tîmek fitbolê re peyman mohr kiriye ket rojevê. Sprînterê jamaikayî ku 8 caran di olîmpiyatan de madalyaya zêrîn bidest xistiye li ser hisabê xwe yê twittirê daxuyand ku bi kûlubek fitbolê re li hev kiriye û roja sêşemê jî navê tîmê wê eşkere bike.

Her wiha tê zanîn ku Bolt alîgirê tîma Manchester Unitedê ye û caracaran bilêv dikir ku di Manchesterê de dixwaze fitbolê bilîze. Ji aliyê din ve jî tê gotin ku Usain Bolt ji bo kontratek profesyonel bidestbixe di meha adarê de bi tîma Borussia Dortmundê re wê derkeve antremanan.

Meha borî jî Bolt bi kulûba Mamelodi Sundownsê ya Başûrê Efrîkayê re derketibû atremanan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin