Îsraîlê bertek ji nûçeyên 'ji aliyê Qeterê ve kirîna F-35an' re nîsan da

Îsraîlê bertek ji nûçeyên 'ji aliyê Qeterê ve kirîna F-35an' re nîsan da

PeyamaKurd – Li ser belavbûna nûçeyên ku Qeterê daxwaza kirîna balafirên nifşê nû F-35an ji Amerîkayê kiriye, hikûmeta Îsraîlê bertek nîşan da.

Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê Elî Cohen got ku ew ê li dijî kirîna F-35an ji aliyê Qeterê ve derkevin û qebûl nekin.

Cohen ji radyoya Artêşa Îsraîlê re ragihand, "Belê rast e em naxwazin. Li herêmê serdestiya me ya leşkerî û ewlehiya me berî her tiştî ye. Hîn herêma me nebûye wek Swîsreyê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Reutersê hefteyek berê bi zarê 3 çavkaniyên cuda ragihandibû ku rêveberiya Doha ya Qeterê ji bo F-35an ji Amerîkayê bistîne daxwazeke fermî kiriye, lê ew nûçe ji aliyê Qeterê ve nehatibû derewandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin