PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyê derbarê qutkirina ava bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyek belav kir û wekî tawaneke şer a dijî mirovahiyê bi nav kir.
Piştî ku Tirkiyê careke din ava ser parêzgeha Hesekê qut kir, Wezareta derve ya Sûriyê daxuyaniyek belav kir û nerazîbûneke tund nîşan da.
Wezareta Derve ya Sûriyê da xuyakirin, Tirkiyê av li ser milyonek mirovan qut kiriye û ev kar binpêkirina pîvanên şer e û tawaneke dijî mirovahiyê ye.
Herwiha Neteweyên Yekbûyî jî bang li Tirkiyê kiriye ku ava bajarê Hesekê berde û heta niha bi dehan caran ava Hesekê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye qutkirin ku ji çemê Firatê tê dabînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin