Almanya jineke bi sûcê tevlî DAISê bûye desteser kir

Almanya jineke bi sûcê tevlî DAISê bûye desteser kir

PeyamaKurd - Rayedarên Almanî do, jineke bi sûcê li Sûriyê tevlî rêxistina DAIŞê bûye, desteser kirin.

Herwiha rayedaran ragihand, bi sedema alîkariya wê, birayê hevjînê wê jinê jî hatiye desteserkirin.

Ofîsa dozgeriya federalî dîyar kir, navê jinê ‘Fadia S.’ û yê zilam jî ‘Rabih O.’ ye û herdu jî hemwelatiyê Almanya û hemwelatiyê welatekî din in.

Fadia S. bi sûcên wek endambûna DAIŞê û binpêkirina berpirsiyên xwe yên dayikbûnê tê sûcdar kirin, Rabih O. jî bi piştgiriya DAIŞê û şikandina qanûnên Almanî yên ser derfirotinê tê sûcdar kirin.

Dozgeran got, Fadia S. di 2015an de bi 4 zarokên xwe re çûye Sûrîyê ku tevlî hevjînê xwe bibe ku ew jî berê ji Almanya derketiye da ku tevlî DAIŞê bibe.

Herwiha dozgerîyê bi berdewamî got: “Fadia S. û zarokên wê di destpêka 2018an de reviyane Tirkîyê û dû re vegeriyane Almanyayê.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin