Parlamentarê berê yê Batmanê Nezîr Nasiroglu koça dawî kir

Parlamentarê berê yê Batmanê Nezîr Nasiroglu koça dawî kir

PeyamaKurd – Parlamentarê berê yê bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê û karsazê naskirî Nezîr Nasiroglu ji ber nexweşiyê li Enqerê koça dawî kir.

Hat ragihandin ku Nezîr Nasiroglu ji ber nexweşiyê ev demek dirêj bû, li Enqerê dihat dermankirin ku îro beyaniyê li nexweşxaneyeke Enqerê jiyana xwe ji dest daye.

Wê cenazeyê Nasiroglu îro 27ê Tîrmehê bi balafirê bigihîje Batmanê û li gundê Basorkê yê Batmanê bo axê were spartin.

Piştî wefata Nezîr Nasiroglu ji aliyê siyasetmedar û karsazan ve gelek peymanê serxweşiyê bo malbatê hatin belavkirin ku herwiha wekî karsazekî xêrxwaz jî dihat naskirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin