Ji kustina hev têr nabin: Di 3 rojan de 890 kustî

Ji kustina hev têr nabin: Di 3 rojan de 890 kustî

PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî ragihand ku li welatê Kongoyê li herêma rojhilat di navbera du grûbên etnîkî de şer çêbû û di maweyê 3 rojan de herî kêm 890 kesî ji hev kuştin.

Komîseriya Bilind ya mafên mirovan ya Neteweyên Hevgirtî (OHCHR) bi awayeka nivîskî ragihand ku li rojavayê Komara Demokratîk ya Komboyê li eyaleta Mai-Ndombe li 4 gundan, di dawiya sala borî de, di navbera qebîleyên Banûnû û Batende de şer derketiye. Di encama şer de ji bilî 890 kuştiyan 82 kes jî birîndar bûne.

Weka maddî du dibistanên seretayî, du navendên tenduristiyê, ciyê bazarekî û ofîsa mizgeftekî di nav de 485 xanî xerab kirin an hatin yaxmekirin. 16 hezar kes ji şûn û warên xwe koç kirin.

Piştî hêzên asayîşê hatin sewqkirin bo herêmê şerê navbera her dû aliyan rawestiyaye. NH di herêmê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin