PeyamaKurd -
Ev lûtke ji aliyê Kurdistan Foundationê ve tê sazkirin û zêdetirî 800 ciwan û nûneran ji Herêma Kurdistanê, Îraqê û 47 welatên cîhanê ligel wezîr, berpirsên hikûmî, sermayedar û rêxistinên navneteweyî li ser yek sekoyê kom dike.
Lûtke di çarçoveya pênc warên sereke yên wekî guherîna dîjîtal û hişê çêkirî, perwerde û şiyanên paşerojê, keşûhewa û geşepêdana domdar, paşeroja kar û teknolojiyê û serkirdayetiya navneteweyî de tê birêvebirin.
Di bernameya sê rojan de şeş panelên gotûbêjê bi birêvebirina ciwanên jêr 30 salî, şeş gotarên sereke, 10 maseyên gotûbêjê di navbera ciwan û wezîran de yên di çarçoveya bernameya "10 Pirsgirêk 10 Çareserî" de, 12 workshop û îmzekirina çar yadaştnameyên hevtêgihiştinê ligel hevparên navneteweyî cih digirin.