Li Endonezyayê di şewata kargeheke şêraniyê de 24 kes mirin

Li Endonezyayê di şewata kargeheke şêraniyê de 24 kes mirin

PeyamaKurd - Li devera Cikandeyê ya ser bi eyaleta Bantenê ya Endonezyayê, ku nêzîkî saetekê ji paytext Cakartayê dûr e, êvara Şemiyê di avahiya kargeha şêraniyê ya bi navê "PT Fonusa Agung Mulia" de şewateke mezin derket û di encamê de 24 kes mirin.

Şêwirmendê Serokkomariyê yê Berpirsê Karûbarên Xebatê Saîd Îqbal ji rojnamegeran re ragihand ku dê bê kontrolkirin ka protokola ewlehiyê hatiye bicihanîn an na û birêvebirê giştî yê kargehê ji bo îfadewergirtinê bê gazîkirin; lêkolînên destpêkê nîşan didin ku dibe şewat ji ber elektrîka klîmayekê derketibe.

Birêvebirê Giştî yê kargehê Steven Erwin Wijaya eşkere kir ku di dema dewriyeya roja Şemiyê de nêzîkî 300 kes li kargehê bûn.

Tîmên rizgarkirinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di nav kavilên ziyandîtî de didomînin da ku xwe bigihînin wan kesên ku di bin avahiyên hilweşiyayî de asê mane; heta niha agahî ji nêzîkî 30 kesî nayê wergirtin û metirsiya hilweşîna kavilan xebatan zehmet dike.