Di şewata Erebistanê de 4 karkerên Tirkiye mirin

Di şewata Erebistanê de 4 karkerên Tirkiye mirin

PeyamaKurd – Li Erebistana Sa’ûdiyê li bajarê Riyadê mala ku karker tê de diman tê de şewat derket. Di şewatê de 4 karkerên ku ji bajarê Hatayê yê Tirkiyê bûn mirin û bi wan re 2 karkerên ji Misrê jî mirin. Hat ragihandin ku dê defna 4 karkeran li bajarê Hatayê be.

Roja berê di wexta êvarê de li bajarê Riyadê li devera El Nisimê di qata jor de şewat derket. 4 karkerên Tirkiyê û 2 karkerên Misrî di nav şewatê de asê man.

Ji Hatayê Ali Şahin Elma, Sinan Çay, Erkan Bent û Salih Çakır di nav agir de can dan. Her weha bi wan re 2 karkerên ji Misrê jî mirin.

Cenazen 4 karkerên ji Hatayê, dê di rojên pêşiya me de, bibin bajarê Hatayê navça Samandağıyê defin bikin.