Îran 2 kesên din bi îdamê ceza kir

Îran 2 kesên din bi îdamê ceza kir

PeyamaKurd- Li Îranê bi sedema bertîl û gendeliyê du kesên ku dihatin darizandin bi cezayê îdamê hatin cezakirin. Sedem jî ku di sîstema aboriyê de tiştên ne rewa kirine.

Serdozgeriya eyaleta Fars ragihand ku dadgeha taybet ku bo ‘gendeliyê û sûcên aborî’ hatiye avakirin, cezayê îdamê daye du kesan. Dadgeh sedemê weha nîşan da: “Bi rêya tora bankevaniyê di sîstemê de bê ûsûliyê û karê gendeliyê” kirine.

Her dû kesên ku cezayê îdamê dane wan Daryus Îbrahîmiyan û Yûnis Bahaeddînî ne. Bo 5 kesên din jî di navbera 5 saL Û 10 salan de ceza ceza sitendine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin