Tirkiyê sînorên Amêdiyê û Zaxo bombebaran kir

Tirkiyê sînorên Amêdiyê û Zaxo bombebaran kir

PeyamaKurd - 8 roj in êrîşên Tirkiyê yê li hemberî PKKê li Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, şeva borî jî berdewam kir. Di êrîşê de çend deverên sînorî yên herdu navçeyên Zaxo û Amêdiyê yên bi ser parêzgeha Duhokê ve, bi balafirên şer hat bombebarankirin.

Ev 8 roj in artêşa Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyonek bi navê “Pencê Piling” daye destpêkirin û bi berdewamî deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran û topbaran dike.

Li gor çavkaniyên xwecîh, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, şeva derbasbûyî saet 23.00 heta 00.30 bi awayekî nizim bi ser deverên Zaxo ve firiyane û piştî saet 00.30ê li deverên sînorî yên Zaxo û Amêdiyê dest bi bombebaranê kirin.

Li herêma Dêrkarê heta sibê saet 04.00 êrişên firokeyên artêşa Tirkiyê berdewam bûye.

Li navçeya Amêdiyê jî saet 00.00 çar firokeyên Tirkiyê bi ser asmanên herêma Dêreluk û Şîladizê firyane û saet 02.00 dest bi bombebaranê kirin.

Çavkaniyên xwecîh diyarkir ku, cudahiya bombebaranên şeva din ji yê bere zêdetir bûn, 6 balafirên din tevlî êrîşan bûye.

Herwiha hat diyarkirin ku artêş, xwe bi hemû hêza xwe, weke hêzên komando, cerdevan û hêzên asmanî êriş dike.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin