PeyamaKurd - Hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraq li ser asayî kirina rewşa Kerkûkê rêkeftin.
Parlamenterê berê yê PDKê li Parlamentoya Iraqê û endamê lijneya asayîkirina rewşa Kerkûkê Şaxewan Ebdula ji KDP.info re ragihand, yekem pêngava bicîhanîna rêkeftinê radest kirina binkeyên PDKê ye.
Şaxewan Ebdula got, Hewlêr û Bexda li ser hin xalên bo asayîkirina rewşa Kerkûkê rêkeftin û mercê PDKê jî wegera bo Kerkûkê ye, asayî kirina rewşa bajar e, hikûmeta Iraqê jî bi wan mercane razîbûye.
'BI VEGERA PDKê BO KERKÛKÊ DÊ GIRANIYA KURDAN CAREKE DIN LI KERKÛKÊ VEGERE'
Endamê lijneya asayîkirina rewşa Kerkûkê amaje bi wê yekê jî kir ku bi wegera PDKê bo Kerkûkê ve dê giraniya kurdan careke din li Kerkûkê wegere.
Şaxewan Ebdula dibêje, xwepêşandanên dijî wegera PDKê bo Kerkûkê destpê kiriye, bi taybet ji aliyê Beisiyên kevin û DAIŞê ve pêktê. Ji ber tirsa wan heye PDK wegere, dê dosyayên gendeliyê û tewanên wan dê aşkera bibin.
Herwiha got, ji bo wegera PDKê xwepêşandanên Beisiyên kevin û DAIŞî ti bandorekî nikarin çêbikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin