Hejmara kesên ku ji ber bahozê mirin derket 22yan

Hejmara kesên ku ji ber bahozê  mirin derket 22yan

PeyamaKurd - Li eyaleta Alabama ya Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber bablîsokê mirin derket 22yan.

Bablîsoka ku li başûrê Alabamayê rabû, bû sedemê ziyana madî û canî. Berpirsan ragihand ku ji ber bahoza li herêma Lee County ya Alabamayê hejmara miriyan derket 22yan ku navê da zarok jî hene. Herwiha ji ber bablîsokê gelek kes birîndar bûn jî.

Bablîsoka ku bi bahozeke bi şid  rabû, dar welgerandin û zirar da xaniyan.

Herwisa li rojavayê başûrê eyaleta Georgiayê jî bablîsokê tesîra xwe nîşan da, camên gelek malan şikestin û baniyên wan ji şûna xwe rabûn. Berpirsan ragihand ku dar bi ser hin malan da ketine û lewma jî kesên di van malan da, mehsûr mane.

Herwisa ji bo eyaletên Florida û Carolinaya Başûr jî hişyariya bablîsokê hat dayîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twitterê da ji gelê Alabamayê xwest ku baldar bin û di ewlehiyê da bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin