Ji kustina Hrant Dink 99.5 sal ceza dan Erhan Tuncel

Ji kustina Hrant Dink 99.5 sal ceza dan Erhan Tuncel

PeyamaKurd- Rêvebirê rojanemya Agosê ya Ermen Hrant Dink piştî ku hat kuştin, bi sedema ku dibe wextê dozê an hinek xalên wê biqedin, dadgeha 14 ê ya cezayê giran ya Îstenbolê 99.5 sal ceza da Erhan Tuncel, 2.5 sal ceza da Ogün Samast û 7.5 sal ceza da Yasin Hayal. Yasin Hayal û Ogün Samast ji girtîgehê û kesên ku niha serbestin Osman Hayal, Ersin Yolcu û Zeynel Abidin Yavuz bi rêya SEGBİSê tevlî darizandinê bûn. Parêzerên Hrant Dink jî li dadgehê amade bûn. Ogün Samast xwest ji xala poşmaniyê fêde bibîne û weha got:

“Di wê bûyerê de kî hebû min got. Di dema bûyerê de temenê min biçûkbû, cehaleta min bikaranîn û min çi zanibû di derbarê gumanbaran de gotiye. Dixwazim ji xala poşmaniyê ya xurt fêde bibînim. 13 sale min ti sûcekî nekiriye, xwe bipêş xistiye û nema ez sûc dikim. Ji endamtiya rêxistinê doza beraeta xwe dikim.”

Piştî îfadeyên dinan heyeta dadgehê biryara xwe da û ji bûyera Trabzonê 78 sal ceza da Erhan Tuncel, ji zerardayîna mal 1 sal, ji endamtiya rêxistina çekdar 2,5, ji kuştina Hrant Dink 18 sal ceza danê ku dike 99.5 sal.

Dadgeh 7,5 ceza da Yasin Hayal û bo Ogün Samast 12 sal û 6 meh, ji rêxistinê 1,5 sal bi temamî 14 sal û 22 roj ceza dayê. Dadgeh bo Tuncay Uzundal jî bi temamî 16 sal,10 meh û 15 roj ceza da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin