PeyamaKurd - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê di encama êrîşeke gerîlayên PKKê de, 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşkerên din jî bi giranî birîndar bûn.
Ajansa Dewletê ya Tirkiyê belav kir, li derdora gundên Dêrsimê di navbera gerîlayên PKKê û Arteşa Tirkiyê de şer derket. Gerîlayên PKKê li ser leşkeran reşandine û di encamê de 2 leşkerên hatine kuştin û 2 leşker jî bi giranî birîndar bûne.
Piştî şer, Arteşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Ji aliyê din ve, li Wanê jî operasyon hebû û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dibêje, li Çiyayê Tendûrekê di encama operasyoneke esmanî de 4 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin