PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 102 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin ku ji 102 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 31 kes li Hewlêrê, 19 kes li Silêmaniyê, 60 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.
6 kesên wefat kirine jî 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 3 kes li Duhokê ne.
Herwiha di nav 24 demjimêran de 983 kes jî baş bûne bo malên wan hatine şandin.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 103764 kesan, ya mirinan bû 3397 kes û heta niha 74136 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin