Stoltenberg: Fikarên me yên cidî bo Tirkiyê hene

Stoltenberg: Fikarên me yên cidî bo Tirkiyê hene

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ragihand, ji ber kirîna Tirkiyê ya S-400an û binpêkirina demokrasiyê fikarên wan ên cidî hene.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li pêşberî parlamentarên Ewropayê derbarê Tirkiyê de axivî û got: “Ji ber kirinên Tirkiyê, fikar û metirsiyên min ên cidî hene. Em hemû dizanin ku ev fikar jî girêdayî hin babetên dosyaya Rojhilatê Deryaya Spî, biryara Tirkiyê ya kirîna moşekên S-400 û mafên demokratiyê yên li Tirkiyê ne.”

Stoltenberg got, NATO xwedî roleke girîng e ku dikare babetên têkildarî Enqereyê çareser bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin