PeyamaKurd – Hikûmeta Almanyayê li ser lîsteya gefxwarin û înfaza 55 muxalîfên deshilatdariya Tirkiyê ku tê de rojnamevan, siyasetmedar û kesayetên kurd jî cî digirin daxuyanî da.
Hikûmeta Alman di bersiva pirsnameya parlamentera Kurd a ji Partiya Çep a Almanî Hêlîn Evrîm de piştrast kiriye ku niha di destê wan de lîsteyên cuda yên kesên rexnegirên deshilata Tirkiyê û muxalîfan hene.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanyayê de bal kişandiye ser gefxwarin, tacîz û binpêkirinan azadiya derbirina ramanê li Tirkiyê û diyar kiriye, "Hikûmeta Federal li seranser dinyayê piştevaniya çapemeniyê û derbirina azadiya ramanê dike û her cûre tundiya dijî rojnamevanan şermezar dike.”
Herwiha hatiye destnîşankirin ku her çi dibe bila bibe, divê li dijî tundiyê û gefan ewlehiya hemû mirovên li Almanyayê dijîn were misogerkirin û hatiye gotin ku wan gelek caran di hevdîtinan de kêmasiyên Tirkiyê yên derbarê çapemeniyê û derbirina azadiya ramanê de aniye ziman.
Hêjayî gotinê ye, Sendîkaya Rojnamevanên Alman (DJV) jî li ser êrîş û lîsteya înfazê ya derketibû holê, bang li hikûmeta Alman kiribû bikevin tevgerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin